Künye H.Gönder Reklam Sitemap Ekle suruç
Suruç Gündem Haber - Suruç
ANASAYFA ARAMA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM REKLAM

ROJA CEJNA ZIMANÊ KURMANCÎ Û ZIMANÊ ZIKMAKÎ

Abdulkadir GOK

15.Mayıs.2012, 19:29

Abdulkadir GOK

Her zarok zimanê zikmakî baş fêrî nebe, vêca ev kesa jî zanabûn baş bidest xwe na xe. Zarok bi riya zimanê zikmakî mefhûm û navên zimanê dayikê, dora xwe nsabike. Ev nasîn û bahwerî di nav zarok û der û dorên wî/ wê de ji yên besît, konkiret û vêl ber bi yên lihevgeriyayî, asmanî û kûr de dilive. Mefhûmên giştî û asmanî yanî jiyaneke berztir ya raman û fikirkirinê û rêya wê di nav wan bûyer û serpêhatiyên berê ku hatine jiyandin û naskirin re derbas dibin û tên pê. Eşkere ye ku zanîna zimanekî ji bo pêşdeçûn û pêşketina mirov û kesayetiyeke rûniştî pirr şert e. Bi ya zimanzan û pedegogan, ji bo kesekî/ê xerabtirîn rewş ew e ku mirov bi tu zimanî baş nizanibe. Ziman bi awakî metodîk, pêwîste ku werê perwerdekirin. Her kerde, li gor qabîlîyeta xwe û li gor zanîna xwe perwerde dibe. ” pêwistî û hewcedariya xwendin û perwerdebûna bingehîn jî ji zimanê daykê pêve ne bi zimanekî din jî, ji vir dertê û dibe xwedî bingeh. Organîzekirin û perwerdekirina destpêkî, ne bi zimanê dayikê, belê bi yekî din, haseten ku ev ziman bi temamî ji yê zikmakî ferq bike, ji bo zarokê xesareke mezin e. Ji ber vê yekê ye ku UNESCO bi hindikayî xwendina destpêkî bi zimanê zikmakî wek mecbûriyeteke pêwistî, diyar dike… Însan bi hînbûna zimên sosyalîze ango civakî dibe. Di destpêka jidayikbûna xwe de zarok bûnewer û hebûneke biyolojîk e. piştre ku çavên xwe vedike, bi dora xwe re dilîze û hêdî hêdî şorê dike, dikeve ser rêya civakîbûn û sosyalîzebûnê. Di sosyalîzebûyîna mirov de ku ew jî dibe mirovbûyîna mirov, zimanê zikmakî, kevirê pêşî û esasê ewil e. Zimanê zikmakî xîma an mohra qederê ye. Her mirov li ser koka xwe hîn baş mezin dibe û fede dibe. 15 î Gulanê, cejna zimanê kurdî li hemû kurdan pîroz be. Ev roja bila bibe sedema perwerdeya zimanê kurdî û bila bibe zimanê debistanê û fermî. Hêvî û xebat ji bo zimanê bindest...
Mamoste Abdulkadîr GOK Bajarê Ruha


       

Bu haber 3036 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit


Adil FIRATHAN Adil FIRATHAN
Abdulkadir GOK Abdulkadir GOK
Mustafa ERGÜN Mustafa ERGÜN
Mehmet KENDİRCİ Mehmet KENDİRCİ

Haber Ara


Gelişmiş Arama

Facebook

Katagoriler

Suruç Gündem Haber Sadece internet üzerinden yayın yapmaktadır. © 2011 Tüm hakları saklıdır. İzinsiz Kaynak olarak kullanılamaz. Surucgundem.com Basın ahlak ilkelerine uymayı tahahüt eder. Yorum ve Yazılardan Yazarları Sorumludur.
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu