Künye H.Gönder Reklam Sitemap Ekle suruç
Suruç Gündem Haber - Suruç
ANASAYFA ARAMA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM REKLAM
Pirtûka bi navê Cıvaknasî derket

Pirtûka bi navê Cıvaknasî derket

Tarih 18.Haziran.2012, 18:54

Pirtûka bi navê Cıvaknasî derket



Pirtûka bi navê Civaknasiyê/Sosyolojiyê ji alî Civaknas, Mamoste Abdulqadîr GOK ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûka “Civaknasiyê” ji alî weşenxwaneya bi navê Ronahî hatiye çapkirin. Xwendekar, xwendevan, rewşenbîr û siyesetmedarên ku bala wan mijara civaknasiyê dikşîne, dibê serî li vê pirtûka giranbiha xînin. Ev pirtûka li Bakûrê Kurdîstanê cara pêşiyê ku hatiye çapkirin.

Nêrîna civaknasiyê, derheqê çand û kultûra civaka ku em tê da jiyana xwe derbas dikin û çand û kultûra civakên cihanê re eleqederiya me çi ye?; bi me fehmkirin dide. Civaknasî, derheqê çand û kultûra ku em tê da, heyata xwe derbas dikin da, bi awakî teorik û bi awakî zanistî zanebûnan bi dest me dixe.

Zanebûn û nêrîna civaknasiyê civakeke serbixwe derdixe jiyanê:

Civaknasî, nêrîna rewşa civakê çi ye?, Civaka me pirsgirêkên xwe çine?, Di civaka meda saziyên civakî erk û rola xwe çi ne?, Ji bo pêşdaçûna civakê çi hewce heye?, Di civakê da guhertina erênî û guhertina neerênî çawa meriv zanibe?, Xweşdîtina îdeolojiyan û baweriyan bi çi hesta însanî bikar werê, wê çareser bibe?, Civaka modern û civaka kilasîk teybetiyên xwe çine?, Şoqa çand û kultûrî, çito rêveber ji jiyana civakî rekin?, Di civakê da exlaqa gerdûnî û mafên gerdûnî kêm û kêmasiyên xwe çine?, Civaka pirçandî û civaka pirzimanî bi çi çareyê çareserî werê kirin?, Dad û edaleta însanî bi çi şeklî di jiyana dewlet û civakê da bi cîh bebe?, Rol û statûya mieseseyên civakî (malbat, perwerde, ol, siyaset, aborî) çine û çito bi qedrqiymet bin?...hwd. Ev pirsana bi saya zanebûn û bi saya zanisteya civaknasiyê/sosyolojiyê meriv kane fehm bike û bi nêrîna civaknasiyê jî çareyan pêşda bide.

Li Tirkiyê û li dinyayê tevger û hereketên siyasî û civakî ji bo herkesê entellektûel, zanebûnên modern, gerege bi destxwe xin. Pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên mafî mirovî yên gerdûnê, dibê bi awakî zanebûn herkes bizanibe û eleqedar be. Kêsê xwende, gerege derheqê gerdûnê da, derheqê civakê da û derheqê ferdiyeta xwe da xwedan zanebûn be. Jiber ku mirovî modern di heqê ‘tevgera civaka modern’ da mebcûre ku xwedî zanebûn e.

Ji bervê ye ku civaknasî/sosylojî di civakê da her têkîlî û eleqadariya mirovan bi awakî zanistî dikole û li gor rê û rêbazan şîrove dike. Ji wan sedeman e; ku meydana xebata civaknasiyê civak bixwe ye. Civak, di şertên civakê da tê kolandin û tê tesbîtkirin.

Di biranşa civaknasiyê da lêgerîn bi du metodan civakê tesbît dike. Lêgerîn, bi metoda yek bi yek e û bi metoda tevahidahatinê tê kirin. Civaknasî, bûyerên gelerî tesbît dike û li gor civakan teybetiyên wan şîrove dike. Civaknasî, her çiqas li ser bûyeran disekine jî, lê bi diyardeyên gerdûnî tîne ziman.

Civak, bi ferdan çêbûye û bi hewceyên ferdî û civakî jî dewam dike. Her însan hewceyên xwe bi însanên din heye. Mirov, ji jîndarên din cihê ye. Her hewceyên xwe bi saya vîna (îradeya) xwe tîne cîh. Mirov, xwedanhiş û mêjî ye. Hişên mirovan ji bo jiyana rast bibîne wasiteyeke. Aqil, ji bo jiyana dûr û dirêj hewce ye, ku hişê mirov bi vînê xwe pêşda nede, ev kesa nikane di jiyana cîhanê de bijî. Mirov, di jiyana xwe de gellek zanebûnan bikar tîne.

Lêkolîn û lêgerîna mijarên civaknasiyê bi şertên rêbazên zanistî dibe. Civaknasî jî mijarên xwe dikole û şîrove dike; ji gellek teknîkan û mijarên zanisteyên din jî alîkariyê distîne. Civaknasî jî lêkolînên zanisteyên psîkolojî, dîrok, aborî (îktîsad), huqûq, antropolojî (mirovnasî), exlaq, ol, felsefe û hwd. alîkariyê distîne. Civaknasî jî ji gellek biranşên zanisteyê ra dibe alîkar. Zanisteyên li ser jiyana mirovan lêkolînên dikin, her yek teybetiyeke civakê tîne ziman.

Zanisteya civaknasiyê hinek teybetmendiyên xwe hene:

Civaknasî bi pirsgirêkên ferdî re eleqedar nabe, lê bi pirsgirêkên civakîre eleqeder dibe. Mînak: Kesê ku bêkar û bêbar be, ne mijara civaknasiyê ye, lê bi hezaran kesên ku bêkar û bêbar mane û di civakê de evana çi pirsgirêkan bixwe ra tînin, dibe mijara civaknasiyê.

Mirov, gellek hewceyên xwe yên derûnî hene; parvekirin, hezî, dostanî, eleqedarî, eşq, evîn û hwd. Mirov hebûneke civakî ye û bê gel jî nikane bijî. Tucaran bêcivakê nikane bijî û bi tenê xwe seranserê jiyana xwe nikane derbaske. Bi tenê zayîn, bi tenê jiyana însanî dewamkirin, bitenê hewceyê xwe temînkirin ne minkûn e. Jiyan bi têkildarî û bi pewendiyan ve girêdayi ye. Jiyana ferdî bi tenê nabe, lê her ferd mecbûre ku bi ferdên din ra têkildar be û bi tevî mirovên din re bijî.

Civaknasî, di civakê da têkiliya di navbera ferdan, gruban, û saziyan de û guhertina hêzên civakî de lêkolîn û lêgerînan dike mijar.

Îro mijarên civaknasiyê di dema modern da bi awakî fireh xwe nîşan dide. Alema moder di her alî jiyanê da nêrîna civaknasiyê tîne rojevê. Mijarên civaknasiyê gelek zêde ne. Mînak; ol (dîn), mezheb, kilîse (dêr), mizgeft (camî), mezheb, hêzên sîlehê, partiyên siyasî, civakên hindin, bajarvanî, gundî, malbat, jiyana modern, jiyana kilasîk, demokrasî û serweriya gel, grubên etnîk, pirçandî û pirzimanî.

Mijarên civaknasiyê yên sereke ev in:

Civaknasiya gundan, civaknasiya bajarvanî, civaknasiya malbatî, civaknasiya olî, civaknasiya perwerdeyê, civaknasiya toknolojiyê, civaknasiya demokratîk, civaknasiya guhertinê, civaknasiya huqûqê, civaknasiya modern e.

Ev pirtûka bi navê “Civaknasiyê” bi awakî balkêş li benda xwendekarên Kurd e. Dibê her Kurd di her warê biranşên zanisteyê da bixwînin û ji bo gelê xwe zanebûnan bi dest xwe xin. Di warê nêrîna civaknasiyê da pirtûka bi navê “Civaknasiyê” li benda xwendvanên Kurd e

 


       

Bu haber 3467 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

Kültür-Sanat

SURUǒTA ÇEKİLEN AKREP DİZİSİ BÜYÜK BEĞENİ TOPLUYOR

SURUǒTA ÇEKİLEN  AKREP DİZİSİ  BÜYÜK BEĞENİ TOPLUYOR Suruç’ta kısa video dizisi şeklinde çekilmekte olan ve internet üzerinden yayınlanan dizinin çekimleri devam ediyor...

SURUÇLU ŞAİRİN 35 YILLIK HAYALİ GERÇEK OLDU

SURUÇLU ŞAİRİN 35 YILLIK HAYALİ GERÇEK OLDU 1970 yıllarında şiir yazamaya başlayan Suruç’lu şair Sait Kendirci’nın şiirlerini kitaba dönüştürme hayali İlçe Kay...


Adil FIRATHAN Adil FIRATHAN
Abdulkadir GOK Abdulkadir GOK
Mustafa ERGÜN Mustafa ERGÜN
Mehmet KENDİRCİ Mehmet KENDİRCİ

Haber Ara


Gelişmiş Arama

Facebook

Katagoriler

Suruç Gündem Haber Sadece internet üzerinden yayın yapmaktadır. © 2011 Tüm hakları saklıdır. İzinsiz Kaynak olarak kullanılamaz. Surucgundem.com Basın ahlak ilkelerine uymayı tahahüt eder. Yorum ve Yazılardan Yazarları Sorumludur.
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu