Künye H.Gönder Reklam Sitemap Ekle suruç
Suruç Gündem Haber - Suruç
ANASAYFA ARAMA FOTO GALERİ VİDEOLAR ANKETLER EKLE RSS KAYNAĞI İLETİŞİM REKLAM
Kovareke Spehî 'Asîva'

Kovareke Spehî 'Asîva'

Tarih 17.Ocak.2012, 23:28

Kovara Asîva ya ji hêla xwendekarên zanîngehên li Enqere'yê xwerû bi kurdî dertê, hejmara 2'yemîn derket û gihîşt destên xwandevanan. Rexnegîrê wêjeyê Lokman Polat li ser vê hejmarê nêrînên xwe yên delal par ve kiriye. Ankara'daki üniversite öğrencilerinin Kürtçe çıkardığı Asîva dergisinin 2'nci sayısı çıktı ve okuyucularına ulaştı. Edebiyat eleştirmeni Lokman Polat 2'nci sayı üzerine bir eleştiri yazdı.



Di van çend salên dawîn de xwendekarên kurd yên zanîngehan –zankoyan, unîversîteyan – karûbarên hêja pêk tînin, xebatên hêja dikin.  Gelek xwendekarên kurd yên zankoyan  niha li ser gelek babetên curbecur ku bi pirsa netewa kurd ve girêdayî ye lêkolîn dikin, tezên doktorayê amade dikin, belgeyên dîrokî yên derbarê kurdan de ji nav arşîvan derdixin ronahiyê. Pirtûk û kovarên curbecur diweşînin. Yek ji wan xebatan jî weşandina kovara Asîva ye. Kovara Asîva ji alî xwendekarên zankoyê ve tê weşandin.
Xwedî û berpirsiyarê karê nivîsan Fatih Ozturk e. Edîtorî û mîzanpaja wê  Mekî Ekîn dike. Redaksiyon Çetînê Babosî û Zerweş Xodî ne. Karîkaturên kovarê ji alî Rojarî Dewlemend ve têne cixizkirin. Wêneyên di vê hejmarê de ji hêla  Dûrzan Cîrano hatine kişandin. Bergan jî Emrah Seyyar amade dike. Xuya dibe ku komek xwendekar bi şêweya kar û xebateke kolektîf kovarê amade dikin, didine çapê û li xwendevanên kurd belav dikin. Ev karekî hêjaye ku ew pêk tînin.
Kovara ”Asîva” hejmara duyem jî derket û kete destê xwendevanên kurd.  Kovara Asîva kovareke xweşike, bedew e, delale, spehî ye. Bergê wê rengîn e. Di berga wê ya pêşîn de wêneya hunermenda kurd Xanim Tara Jaff û tabloyeke xweşik a hunerî heye. Di berga paşîn de deh wêneyên biçûk ên cihêreng û rengîn û herweha balkêş hene. Kovar 48 rûpelin û têde  26 nivîs, gotar, nirxandin, helbest, kurteçîrok, pexşan, hevpeyvîn, gotinên pêşiyan, xaçepirs û karîkatur hene. Naveroka kovarê dewlemend e. Kovara Asîva kovareke rengîn û pirdengîn e. di nav rûpelên xwe de mijara çand, huner, wêje û ramanê dihebîne.
Ez dixwazim bi kurtahî mijara nivîsên ku di hejmara duyem de ne bidime nasîn.
Di destpêka rûpelên kovarê de gotara yekem dostê min ê hêja  Aydin Orak ku ew bi xwe xwendekare û herweha şanogerekî hêja ye, di derbarê kovara Asîva de nivîsiye û ji bo pêşketina kovarê dîtin û ramanên xwe pêşkêş dike û çend pêşniyazên hêja û giranbiha pêşkêş dike. Ez bi xwe pêşniyazên Kek Aydin Orak bi tevahî baş dibînim û piştgiriya pêşniyazên wî dikim. Bi min jî heger birêvebir û hemû xebatkarên kovarê tiştên ku birêz Aydin Orak gotiye pêk bînin û di pratîkê de bi cih bînin dê kovar pêşkeve û ji hêla naveroka xwe jî gelek dewlemend bibe.
Di kovarê de du nivîsên nirxandina li ser romanên kurdî hene. Yek jê nivîsa min a bi sernavê ”Şaşiya Feylesofê Serxweş” e û ya din nivîsa birêz Ferzan Şêr ya bi sernavê ”Roman û Bajarên Bêwêne” ne. Di nivîsa min de nirxandina romana Bavê Nazê ya bi navê ”Miriyê Heram” heye. Min li gor dîtina xwe romanê nirxandiye û hinek rexne lêgirtiye. Di nivîsa birêz Ferzan Şêr de jî nirxandina hunera romanê û kêmaniya romana Hesenê Metê ”li Dêrê” û herweha ya Firat Cewerî ”Lehî” radixe ber çavan û kurterexneyeke li van herdu romananm digre.
Di kovarê de çend helbestên baş û xweş hene. Helbestvanên ku helbestên wan di vê hejmarê de hatine weşandin ev in : Mem Jan –helbesta bi sernavê ”Taxa Rosa û Evînek Ûtopîk” -  Masum Karaman –helbesta bi sernavê ”Rûken” -  Yaşar Aksu –helbesta bi sernavê ”Wê Şevê…!” – Bager Ar –helbesta bi sernavê ”Deryaya Hêvîyên Winda” -  Îmad Bernas –helbesta bi sernavê ”Fîlmê Jiyana min” – helbesteke Murathan Mungan jî ji tirkî li kurdî hatiye wergerandin. Wergêrê helbestê Mewalî ye.
Xwendekarê ciwan Erkan Turan li ser ”Têgeha Ziman” gotareke baş nivîsiye. Roşan Lezgîn jî kurtelêkolîneke li ser wêjeya nûjen a bi zaravayê Zazakî pêşkêş kiriye. Wî nivîsa xwe bi Zazakî (Kirmanckî) nivîsiye û bal kişandiye ser destpêka edebiyata modern a Kirmanckî.  Di vê hejmarê de xanim Sebîha Yildirim jî bi zaravayê Zazakî nivîsiye.
Salih Qoserî di bin ronahiya dîtinên Jean Jaques Rousseau de li demokrasiya Tirkiyê  nêriye û wê şîrove kiriye. Berpirsê kovarê Fatîh Ozturkê ciwan jî ceribandineke baş û balkêş nivîsiye. Mehmet Aktop li ser Mahatma Gandhî ê navdarê cîhanê gotareke nivîsiye û ramanên wî şîrove kiriye. Bubê Eser jî şîroveyeke li ser kurdên li dîyasporayê ango yên li xerîbiyê kiriye û dîtinên xwe aniye zimên. Çîroknivîserê serketî Receb Dildar jî kurteçîrokeke ku ji hêla hunera wêjeyî ve gelek serketiye bi sernavê ”Lehengê Bênav” pêşkêşê edebiyathezan kiriye. Herweha çîroknûs Arda Janxwar jî kurteçîrokeke bi ser navê ”Kevkanî” nivîsiye.
Mekî Ekînê lewend bi hunermenda hêja Tara Jaff Xanimê re hevpeyvîn kiriye. Yên ku întreseya wan û bala wan li ser hunera muzîkê ye divê miheqeq vê hevpeyvînê bixwînin. Hasîp Ekîn jî li ser ekolojiya (hawirnasiya) mirovan gotareke balkêş pêşkêşê xwendevanan kiriye. Mehmet Alî Agin jî bi pexşaneke hunerî bal kişandiye ser mijareke girîng û ew dibêje divê ”herkes bi refê xwe re” be. Di kovarê de li ser şanoya ”Araf”ê danasîneke heye. Di vê şanoyê de jiyana rewşenbîrê kurd Musa Anter bi awayekî biyografîk tê ravekirin.
Li ser derdor, xweza û ekolojiyê jî Xanim Avçem Kulîlk nivîseke îlmî, zanîstî nivîsiye û wergêrê jîr Salih Qoserî jî nivîsê wergerandiye kurdî. Lêbelê nayê gotin ku ev nivîs ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. Gelo Avçem Xanimê nivîsa xwe bi tirkî, îngilîzî, almanî yan bi zimanek din nivîsiye. Ev nediyare û divê di kovarê de nivîs ji kîjan zimanê werine wergerandin bê diyarkirin.
Di rûpela herî dawî de ”Gotinên Pêşiyan” û ”Xaçepirs” hene. Di alî hundirîn a berga paşîn de jî Karîkatureke balkêş heye.
Kovara Asîva kovareke baş e, hêja ye. Divê xwendevanên kurd li vê kovara giranbiha xwedî derkevin, wê bikirin û bixwînin. Ez wek xwendevanekî kovarê ji bo wê temeneke dirêj a weşanê daxwaz dikim û ji dil û can jê re serketin dixwazim.

Lokman Polat: Rexnegîrê Wêjeya Kurdî

Ji bo şandina nivîsan navnîşana kovarê:
e-mail: kovara.asiva@gmail.com
malpera facebookê: http://tr-tr.facebook.com/AsivaDergiSi

       

Bu haber 7260 defa okunmuştur.

Delicious  Facebook  FriendFeed  Twitter  Google  StubmleUpon  Digg  Netvibes  Reddit

Kültür-Sanat

SURUǒTA ÇEKİLEN AKREP DİZİSİ BÜYÜK BEĞENİ TOPLUYOR

SURUǒTA ÇEKİLEN  AKREP DİZİSİ  BÜYÜK BEĞENİ TOPLUYOR Suruç’ta kısa video dizisi şeklinde çekilmekte olan ve internet üzerinden yayınlanan dizinin çekimleri devam ediyor...

SURUÇLU ŞAİRİN 35 YILLIK HAYALİ GERÇEK OLDU

SURUÇLU ŞAİRİN 35 YILLIK HAYALİ GERÇEK OLDU 1970 yıllarında şiir yazamaya başlayan Suruç’lu şair Sait Kendirci’nın şiirlerini kitaba dönüştürme hayali İlçe Kay...


Adil FIRATHAN Adil FIRATHAN
Abdulkadir GOK Abdulkadir GOK
Mustafa ERGÜN Mustafa ERGÜN
Mehmet KENDİRCİ Mehmet KENDİRCİ

Haber Ara


Gelişmiş Arama

Facebook

Katagoriler

Suruç Gündem Haber Sadece internet üzerinden yayın yapmaktadır. © 2011 Tüm hakları saklıdır. İzinsiz Kaynak olarak kullanılamaz. Surucgundem.com Basın ahlak ilkelerine uymayı tahahüt eder. Yorum ve Yazılardan Yazarları Sorumludur.
RSS Kaynağı | Yazar Girişi | Yazarlık Başvurusu